Berî koç bûna şevşevoka
Berbanga sibehê de
Min xewnê şêrîn hişyar ke
Bi ramûsenek aramî
Were
Were ku ev dilêmin
Wek agire dojehe di şewite
Bibîne
Û hembezke sar bûna zivistan ê
Were kû bibinê
Ev dilêmin ê hêvya te
Kevn û kal bûye bibîne
Bibîne
Û bêje
Dilo lo Dilo
Tu gelek gîryayî şev û roj
bi nalûnal
Êdî bese
Rabe ez hatim
Êdî negrî
Îro cejna teye
De rabe…
Mir Serhedî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder